Rejîma Îranê 16 sal ceza da rêveberekî HDP’ê

Bi îdîaya ‘zirerê dide ewlekariya netewî ya Îranê’ Rejîma Îslamî ya Îranê 16 sal ceza da endamekî Rêveberiya Giştî ya HDP’ê ya Agiriyê.

Endamê Meclîsa Giştî ya HDP’ê yê Agiriyê Mehmet Bîrdal ku ji bo bazirganiyê serdana Îranê kiribû.

Di sala 2021’ê de li bajarê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Bîrdal bi îdîaya, ‘Zirerê daye ewlekariya netewî ya Îranê 16 sal ceza girtiye.

“Bîrdal ji dema hatiye girtin heya niha ji mafê xwe yê girtina parêzer û hevdîtina li gel malbatê bêparê.

Back to top button