ŞÊNIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIYAR XERÎB Û HEVALÊN WÎ LI QENDÎLÊ BI BÎR ANÎN

Şêniyên Başûrê Kurdistanê ji bo helwest li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî nîşan bide, berê xwe dan Qendîlê. Posterekî mezin ê Rêber Ocalan û Diyar Xerîb di meşê de hate rakirin û silogana “Heval Helmet Namire” qîriyan.

 

Endamê konseya serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî îro ji aliyê hezaran kesî ve li Qendîlê hatin bibîranîn.

Bi hezaran xelkê başûrê Kurdistanê ku ji Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Raperîn beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Li herêma Raperîn gel gihîştin hev û ji vir jî bi sedan wesayîtan berê xwe dan Binarê Qendîlê.

Gerseya gel piştî gihşte şehîdgehê gul danîn ser mezarê şehîdan.

Paşê peyama xwe dan.

ASAYÎŞA PDK DESTÛR NEDA ŞÊNIYÊN WARGEHA MEXMÛRÊ TEVLÎ BÎRANÎNÊ BIBIN

https://rojnews.news/ku/kurdistan/asayisa-pdk-e-hem-mexmuriyan-asteng-kir-hem-destur-nade-vegerin-32810

Li aliyê din penaberên wargeha Mexmûrê jî xwestin tevlî merasîma bîranînê bibin.

Lê asayîşa PDK’ê destûr neda û ew asteng kirin.

Li gorî agahiyan asayîş ji jinan re gotiye, vegerin wargehê lê zilaman bernade.

Li ser vê yekê jin jî nerazîbûn nîşan dan û diyar dikin heya hemû hevalên wan neyên berdan ewê venegerin wargehê.

Hate zanîn, heya niha jî welatî li asayîşê girtîne û gel jî helwesta asayîşa PDK’ê şermezar dikin.

Leave a Reply

Back to top button