Li Pakistanê..Di nava 2 mehan de ji ber baran û lehiyê 777 kes mirin

Li Pakîstanê ji ber barana mûsonê ya ku ji 14’ê Hezîranê ve dewam dike 777 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha nêzî 2 milyon kes jî ji baranê bandor bûn.

Li gorî daneyên Ajansa Rêvebiriya Afetê ya Neteweyî ya Pakîstanê (NDMA) ji ber baranên zêde yên bûn sedema lehiyê 1,8 mîlyon mirov mexdûr bûne.

Ji ber barana mûsonê ya ku ji 14’ê Hezîranê ve li seranserê welêt dewam dike 777 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmên bejahî yên parêzgehên Belûcistan, Pencab û Sindh kampên alîkarî û destwerdana bijîşkî hatin avakirin.

Niha di kampên alîkariyê yên hatine avakirin de 317 hezar û 678 kes dimînin.

Di dema ku rayedaran diyar kirin ku erzaq, kon û pêdiviyên din ên girîng ji bo herêmên lehiyê hatine dayîn, di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku gelek kes li benda alîkariyên mirovî ne.

Bêtirî 60 hezar xanî zirar dîtin, her weha pir hilweşiyan û rêyên li seranserê welêt di bin avê de man.

Baranên mûsonê yên bi bandor li Asyaya Başûr di mehên Hezîran-Îlonê de her sal dibin sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.

Back to top button