2 Çeteyên Tehrîr El-Şam bi destê hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Şer û alozî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û hêzên hikumeta Şamê de didomin. Hêzên Hikumetê herêmên Idlib û Helebê topbaran kirin. Li gundên Helebê 2 çeteyên Tehrîr El-Şam hatin kuştin û li Deraa jî zarokekî bi mayînekê jiyana xwe ji dest da. Dezgehên fermî yên Îranê jî ragihandin ku payebilindekî Parêzvanên Şoreşê yê Îranê ku bi navê Eb-El-Fedil e, li Sûriyê hatiye kuştin

Şer û alozî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û hêzên hikumeta Şamê de didomin..

Çavdêriya Mafê mirovan a Sûriyê ragihand ku 2 çeteyên koma bi navê Heyet Tehrîr El-Şam bi destê hêzên Rêjîmê li aliyê bajarokê Etarêb a li rojavayê Helebê hatine kuştin..

Hêzên Hikumeta Şamê deverên komên çete yên Idlib û Helebê topbaran kirin

Di heman demê de, hêzên Hikumetê bi çekên giran, derdora gundê Bara yê Cebel-Zawiya yê Idlibê, bajarokên Kefer Emê û Kefer Teal yê rojavayê Helebê topbaran kirin..

Duh bi şev jî çeteyên ku navê odeya Fetih El-Mubîn li xwe dikin, tirekseke hêzên rêjîmê li gundê Efse yê rojhilatê Idlibê ku satir radikirin bi moşekekê kir hedef.

Li aliyê din, hêzên Rêjîmê bi çekên giran, deverên vala yên gundên Mierêt Nasan yê Idlibê û derdora gundên Kefer Emê û Tedîl ên Helebê kirin hedef.

Fermandarkî parazvanên şoreşê yê Îranê li Sûriyê hat kuştin

Her wiha dezgehên çapemeniyê yên fermî yên Îranê jî îro ragihandin ku fermandarekî hêzên parêzvanên şoreşê yên Îranê di erkeke ku li Sûriyê pêk dianî de hatiye kuştin..

Fermandarê ku hatî kuştin jî bi navê Ebû El-Fedil e û ew xwedî erka şêwirmendiya leşkerî bû..

Li aliyê din jî duh li parêzgeha Quneytera, mayînek bi konvoyeke hêzên Rûsî de teqiya û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne..

Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan, li Deraayê jî di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên şer, zarokî jiyana xwe ji dest da û 4 bira û xweşkên wî jî birîndar bûn..

Back to top button