Amerîka: Îran ji bo lihevkirina peymanê gav paşde avêt

Îran dixwaze êdî di mijara peymana nukleerî de, gavên berbiçav were avêtin. Ji bo ev yek pêk were, dest ji hinek daxwazên xwe yên weke astengkirina peymanê dihatin dîtin, berda. Piştî vê çav vegeriya li ser Amerîka. Lê ya diyar Amerîka bi heman lez û daxwaza Îranê tevger nake. Berpirsê Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Borrell got: Waşîngton bi sistî nêzî pêvajoyê dibe.

Di nava demên dawiyê de, peyamên rawestandin û lihevkirina peymana nukleerî ya Îranê tên û diçin.

Berpirsekî Amerîka yê nexwest navê wî were eşkerekirin li ser mijarê agahiyên balkêş dan ajansa Reutersê.

Li gorî nûçeya ajansê, Tahran di berdêla vegera li peymanê de li ser hinek mijaran tawîzan bide Waşîngtonê.

Hefteya borî dev ji astengên sereke yên li ber rêkeftinê berda.

Amerîka duh tohmetên Îranê yên paşxistina danûstandinan red kir û teqez kir ku ji bo gihîştina rêkeftinê, pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîka Ned Price ji rojnamevanan re got:

“Fikra ku em van danûstandinan bi her awayî dereng dixin ne rast e.

Piştî ku Yekîtiya Ewropayê di dawiya tîrmehê de pêşnûmeya peymanê ji Tehran û Washingtonê re şand, Îranê bi çend şîroveyan bersiv da.

Me demek ji bo nirxandina van şîroveyan kir.”

Price bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Bersiva Îranê teşwîqkar bû.

Ji ber ku Tehranê dev ji hin daxwazên xwe yên, wek derxistina Pasdarên Şoreşa Îranê ji lîsteya rêxistinên terorîst a Amerîkayê, berdaye.

Ji ber vê yekê yek ji sedemên nêzîkbûna peymanê ji du heftiyên berê ye.”

Borrell: Waşîngton pêvajo sist kiriye

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell, ku pêşengiya xebatên ji bo lihevkirina navbera aliyan dike, îdia kir ku Waşîngton pêvajo sist kiriye.

Borrell duh got, “Bersiva Îranê hebû ku min maqûl dît ku ez bigihînim Amerîkayê.

Lê heta niha Amerîkayê bi awayekî fermî bersiv nedaye.

Em li benda bersiva wan in û ez hêvî dikim ku ev bersiv rê bide me, em danûstandinan biqedînin.

Ez hêvî dikim, lê ez nikarim we li ser wê piştrast bikim. “

Back to top button