“Divê qada ezmanî ya herêmê were girtin”

Îro jî li gelek derverên bakur û rojhilatê Sûrîyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk çalakî hebûn. Li dijî êrişan peyama mezinkirina berxwedanê hate dayîn û banga girtina qada ezmanî ya herêmê hate kirin.

Çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dewleta Tirk bê navber dewam dikin.

Çalakiya konvendanê ya li ber avahiya NY li bajarê Qamişlo di roja 13’an dewam dike.

îro bi dehan welatî, endam û nûnerên sazî û meclisên navçeya Til Koçer beşdarî çalakiyê bûn.

Li bin kon endama kongera Star ya navçeya Til Koçer Emel El-Celûd axivî û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û bêdengiya hêzên navnetewî yên li herêmê şermezar kirin.

Emel El-Celûd bang li koalisyona navneteweyî kir û qada ezmanî ya herêmê li pêş balafirên şer ên dewleta Tirk bigirin.

Her wiha endamê Meclisa navçeya Til Koçer Salih Kino û Rêvbera di qada civakî ya Herêma Cizîrê Nîda’i El-Salih jî axivîn û diyar kirin ku wê gel li cem hêzên leşkerî li dijî dagirkeran bisekinin.

Yûsif Silêman: Cîhan deyndarê gelê herêmê û hêzên wê ye

Her wiha bi sedan ji pêkhateyên navçeya Dêrik, Herêma Koçerata û Beravê li dijî êrişan xwepêşandanek li dar xistin.

Di çalakiyê de bi navê oldarên Dêrikê Mele Yûsif Silêman axivî ê bêdengiya hêzên cîhanê ya li dijî êrişan şermezar kir.

Yûsif Silêman diyar kir ku cîhan deyndarê gelê bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî ye û wiha got:

“Gelê herêmê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran şehîd dan û tevî van berdêlan dewleta Tirk gel û hêzên me dike armanc.”

Yûsif Silêman bang li gel kir ku li dijî êrişan yekîtiya xwe xurttir bikin û destkeftiyên şehîdan biparêz in.

Kongra Star: Divê hêzên navnetewî helwesteke cidî nîşanî êrişan bidin

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Temirê jî bi heman armancê daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de, êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û bi taybetî êrişa18’ê mehê ku di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn, şermezar kir.

Her wiha hate diyar kirin ku daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî ya têkildarî hedefgirtina navenda perwerdeyê a zarokan şermoke û ne têrker e.

Di dawiyê de, bang li Koalîsyon û civata navneteweyî, NY û Rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin û qada ezmanî li pêş balafirên şer bigirin.

Back to top button