LI ŞERA, MABETA Û CINDIRÊSÊ 10 SIVÎL HATIN REVANDIN

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê berdewam dikin.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê her roj bi ser malên şêniyan de digirin û wan direvînin.

Ajansa Hawarê (ANHA) ragihand ku duh û pêr li navçeyên Şera, Mabeta û Cindirêsê, çeteyan bi ser malên şêniyên Kurd de girtin û 10 kes revandin.
11 Tîrmehê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gundê Me’mila bi ser malên Kurdan de girtin û 3 kes revandin.
Kesên hatine revandin ev in:
-Cemîl Rif’et Cafer
-Xelîl Ismaîl Hekîm
-Zihnî Ibrahîm Zihnî.
Di heman dîrokê de jî, çeteyên El-Cebhe E-Şemiye bi ser gundê Husê yê Mabeta de girt û 2 kes revandin.
Navên wan jî ev in:
– Mistefa Hisên Yasîn
– Tahêr Ebdo Ne’san
12 Tîrmehê jî artêşa Tirk a dagirker li gundê Remadiyê yê Cindirêsê 2 şênî revandin.
– Kemal Salih Reşîd
– Nûrî Reşîd
Her wiha li gundê Dîkmedaşê yê Şera jî 3 kes hatin revandin navên wan jî ev in:
– Henîf Fihmî Arêf
– Ciwan Welîd Horo
– Mistefa Ibrahîm Ibrahîm.

Leave a Reply

Back to top button