Çeteyan 2 jê jin 8 welatiyên din li navçeyên Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk 2 jê jin 8 welatiyên din ji navçeyên Efrînê revandin û 80 darên zeytûnê jî birîn.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.

Çeteyan herî dawî 2 jê jin 4 temen mezin 8 welatîyên din ji Efrînê revandin.

Li gorî malpera Efrîn Post, çeteyan bi hencetên weke her carê welatiyên temenmezin ên bi navên Mihemed Yûsif yê 70 salî yê ji navçeya Şera û Şêxo Hemo yê ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê revandin.

Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku çeteyan li gundê Dêr Sewanê yê naçeya Şera du jinên ji pêkhateya Ereb ên bi navê Wehîba Tobal û Wefa Ebdilezîd revandin.

Her wiha çeteyan li gundên Şêxotka û Kurkanê yên navçeya Mabata welatiyên bi navên Menan Behrî Şêx Seydî û Elî Mistefa Erêtan revandin.

Li gundê Eşkan Xerbî û Hemêlka ên navçeya Mabata jî çeteyan du welatiyên temenmezin ên bi navên Mihemed Sîdo yê 65 salî û Ibrahîm Mihemed Hesen revandin.

Hate ragihandin kesên hatine revandin heta tu agahî derbarê wan de nehatine wergiritn.

Li gorî navendên belgekirina binpêkirinan, çeteyan tenê ji destpêka vê mehê heta niha 46 welatî li Efrînê revandine.

Çeteyan li navenda bajarê Efrînê 80 darên zeytûnê biriîn

Li aliyekî din, talan û wêrankirin xwezaya Efrînê jî dewam dike.

Çeteyan her dawî 80 darên zeytûnê li gundê Qîbarê yê nêzî navenda bajarê Efrînê birîn.

Her wiha li gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şera jî 400 darên zeytûnê desteser kirin.

Back to top button