Cezayê girtîgehê li pênc çalakvanên Kurd hat birîn

Dadgeha lêkolînê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê cezayê pênc meh girtîgeh li pênc çalakvanên sivîl ên Kurd birî.

Li gorî Kolbernews, pênc çalakvanên Kurd ên bi navê, Ferdîn Rehmî, Elî Weysî, Mehdî Seyfî, Sîrwan Ebdulahî û Merziye Murad Weysî ku endamên kampanya ‘Jiyana Kurdistan’ in û xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

29’ê Nîsana 2022’an ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn binçavkirin, û piştî çend rojan bi demkî hatibûn berdan.

29’ê Gulanê her pênc çalakvan ji aliyê dadgeha şoreşê ya Sine ve bi tometa ku ‘propaganda li dijî rejima îranê kirine, alîkariya partiyek muxalefet kirine û grubek ne yasayî avakirine’ her yek ji wan du sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Piştre her pênc çalakvanan biryara dadgehê îtiraz kirin.

Li ser vê îtirazê dadgeha lêkolînê ya Sine li her pênc çalakvanan her yek 5 meh cezayê girtîgehê birî.

Back to top button