Îro Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokwezîr Mustefa Kazimî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û tê de hat gotin ku berdewambûna qeyranên siyasî bandorê li ser rola Iraqê ya di nava civaka navdewletî de dike.
Her wiha daxwaz hat kirin ku hêzên ewlehiyê nexin nava aloziyên siyasî û erkê hêzên ewlehiyê tenê parastina welat, milk û malên giştî ye.
Hat diyarkirin berdewambûna aloziyên siyasî wê bandorek xirab li ser hewldanên nîştimanî yên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê çêke.