“Rola ragihandinê di Şerê Taybet de”

Bi dirûşma “Rola ragihandinê di şerê taybet de”, Yekitiya Ragihandina Azad li bajarê Reqayê semînerek li dar xist.

Di semînerê de rojnamevanên Reqayê, rûspiyên eşîran, rewşenbîrên Reqa û gundewarê wê û nûnerên YRA li Reqayê, beşdar bûn.

Di destpêka semînerê de berpirsê Têkiliyên Leşkerê yê QSD’ê yê herêma Firatê, Mistefa Balî axivî û got:

“Ragihandin, qada hevrikiyê ya girêk e û qadeke medenî ye ku qanûnên wê yên taybet hene.

Şerê tabyet jî qadeke din e ku di her kêlî de û rojane tê nûjenkirin.”

Di akademiyên leşkerî û sivîl de ji bo sê rojan ders li ser şerê taybet tên dayîn.

Mistefa Balî got: “Tirkiyê hewl dide bigihîje nexşeya Peymana Milî ya berî 30 salî.

Paşê beşdaran rojeva semînerê nîqaş kirin û pêwîstiya birêxistina kar û xebatên ragihandinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina çapemeniyê di hemû qadên jiyanê de destnîşan kirin.

Back to top button