Koçberên Kampa Serêkaniyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan û zarokan xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Kampê dest pê kir û li dawiya wê rawestiya.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend û êrişên li ser herêmê şermezar kir û got:
“Hêzên garantor ên li herêmê bi taybet Rûsya û Amerîka berpirsên van êrişan in.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk rewastîne û qada hewayî bigere.
Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan hat kirin ku bilez lêpirsînekê derbarê êrişên li dijî herêmê pêk tên bi taybet hedefgirtina zarokan de, vekin.