Mamosta û çalakvanên Hewlêrê diyar kir ku nebûna yekîtiya aliyên siyasî, dibe sedem ku metirsiya ser xaka Kurdistanê zêdetir bibe.
Mamoste Ehmed Hemedemîn da zanîn erdogan dixwaze xewna xwe ya osmanî vegerîne û got:
“Dixwaze wîlayeta Musil zindî bike û Kurdistanê dagir bike.
Ji ber ku di nava mala Kurdan de yekîtiyek nînin, metirsî zêdetir dibin.
Ji bo vê pêwîste desthilat û aliyên siyasî bi hevre hemberî metirsiyên dewleta Tirk rawestin. ”
Li ser heman mijarê çalakvan Rêbîn Şemamkî jî axivî.
Rêbîn destnîşankir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistanê ye û ev yek anî ziman :
“Dewleta Tirk ji bo tinekirina Gelê Kurd hertiştî dike..
Ji bo vê nebûna hikumetek bihêz ya Iraq ,dibe sedem ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike.”