DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 2 CARAN RAYEDERÊN ÎRAN Û TIRKIYÊ LI HEV CIVIYAN

Di demên dawî de, di çarçoveya êrîş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de, rayedarên Îran û Tirkiyê vê heftiyê du caran hatin gel hev.

Di civînan de, mijarên ewlehiya sînor, bazirganiya li ser sînor, pirsgirêkên têkildar û pêşniyarên çareseriyê hatin gotûbêjkirin.
Piştî van civînan, tê gotin bazirganiya ser sînor a ku li hemû deriyên sînor heye, hatiye qedexekirin.
Di navbera şandeyên Tirkiye û Îranê de, civîna pêşî 3’yê Tîrmehê li bajêrga mezin ya Geverê hat lidarxistin.
Civîna duyem jî ya bi navê ”Civîna Ewlehiyê” 10’ê Tîrmehê li parêzgeha Colemêrgê pêk hat.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku civîn li dijî gelê Kurd hatine kirin.
Li gorî çavkaniyan, armanca van herdu welatan ne geşkirina bazirganiyê ye, lê belê dixwazin gelê herêmê hejar bikin û herêmê ji mirovan vala bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button