Hala El-Elî ya 37 salî ev 6 sal in gulberoj û zebzeyan diçîne. Hala dibêje bi çandina gulberoj baldariyeke mezin jê re pêwîste.
Hala ya ji gundê Tenûriyê anî ziman ku ew û malbata xwe bi karê çandiniyê re mijûl dibin û wiha anî ziman: Her demsalek cureyên xwe yên taybet û cuda hene, li ser vî esasê em çandiniyê dikin.
Berhemên ku ji vî erdê diderkevin, em ji wan dixwin û difiroşin jî.
Tovên gulberojê di meha Gulan û Hezîranê de tên çandin û di meha Tebaxê de jî tên çinîn.
Gelek sûdê gulberojê hene, mîna rûnê wê ji bo çêkirina xwarinê û ji bo dermankirinê.
Her wiha pirsgirêka avê jî derdikeve.
Hala El-Elî di dawiyê de diyar kir ku ew gelek kêfxweşe bi vî karî.
Ji ber projeya wan di mala de ye û ew pê debara mala xwe dike.