”Bi hev re demokrasiya jinan di Sûriyê de bisepînin”

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma ‘Bi hev re demokrasiya jinan di Sûriyê de bisepînin’, komxebatek li dar xist. Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di kongreya yekemîn ya Partiya Sûriya Pêşerojê de biryar hate standin ku komxebateke ji bo tevahî jinên Sûrî bê lidaristin.

Bi vê armancê îro li bajarê Reqayê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist.

Jin ji hemû bajarên Sûriyê tevlî komxebatê bûn.

Di Komxebatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Di niqaşan de rewş û zehmetiyên jinan ên li herêmên dagirkirî û bandora şoreşê li ser jinan hatin nirxandin.

Her wiha rewşa jinan li Sûriyê û rola YPJ’ê di parastina destkeftiyên jinan û çareserkirina aloziya Sûriyê de jî hat nirxandin.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button