DAGIRKERIYA TIRK VEKOLÎN Û DIZÎNA PARÇEYÊN ŞÛNWARÎ LI MABETA Û CINDIRÊSÊ DIDOMÎNE

Dewleta Tirk a dagirker kolandin, dizîn û birêkirina şûnwarên Efrînê ber bi Tirkiyê ve didomîne.

Piştî wêrankirina cihên dîrokî yên kevnar, artêşa dagirker û çeteyên wê şûnwarên Efrînê didizin.

Mebesta wan jî, çewisandina çanda Efrînê ya bi hezaran salan e.

Çavkaniyên navçeya Cindirêsê ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zeviyên sivîlan li gundê Sindiyankê dikolin.
Hat zanîn ku di kolandinê de perçeyên şûnwarî yên giranbuha hatin dîtin û yekser ber bi Tirkiyê ve hatin birêkirin. o
Di heman çarçoveyê de jî, çavkaniyên navçeya Mabeta diyar kirin ku ev bû hefteyeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dest bi kolandina cihên dîrokî li navçeyê kirine.
Li aliyekî din çavkaniyan da zanîn ku dagirkeriya Tirk li gundên Ereba û Gemrûkê jî vekolîna dîtina şûnwaran dikin.
Her wiha kolandina şûnwaran li girên Êndarê û Cindirêsê didomin û perçeyên tên dîtin jî, yekser ber bi Tirkiyê ve tên veguhestin.

Leave a Reply

Back to top button