QSD’Ê û HRE’ê nasnameyên şehîdan eşkere kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanên xwe yên ku şehîd bûne, eşkere kirin. QSD’ê û HRE’yê sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwestin û soza pêkanîna armancên şehîdan û rizgarkirina herêmên dagirkirî dubare kirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanekî wan dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şervanê me Baran Devrîm di 23’ê tebaxê de dema ku erka xwe ya leşkerê li bajarê Qamişlo pêk dianî tevlî karwanê şehîdan bû.

Em sersaxiyê ji, malbata şehîd Baran û gelê xwe re dixwazin.”

Di dawiyê de, QSD’ê soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên, dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Ehmed Omer Hero, bi nasnav Baran Devrim, di 23’yê Tebaxa 2022’an, li Qamişlo şehîd bûye.

HRE: Hevrêyê me Botan Birîm dema li ser erka xwe bû şehîd bû

Her wiha Hêzên Rizgariya Efrînê -HRE jî bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanekî wan şehîd buye.

HRE’ê diyar kir ku hevrêyê wan Botan Birîm 24’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.

Hêzên Rizgariya Efîrnê sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwest û wiha got:

“Wê ti xeyalên şehîd û gelê me di nîvî de nemînin. Soza ku me daye şehîdan û gelê xwe em ê bi çalakiyên xwe heta dagirkerek jî li ser axa me bimîne têbikoşin û warên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Hemze Birîm, bi nasnav Botan Birîm, di 24’ê Tebaxa 2022’an de şehîd bû.

Back to top button