Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn

Li bajarê Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê yên ku ji bo doza Kurdistanê û li ber xaka welata li deverên cûda şehîd bûne li Goristana Şehîd Îsmaîl a li bajêr hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirt li ser giyanê şehîdan despêkirin piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Îlham Ebdulqahir axivî.

Îlham Ebdulqahir di destpêka axaftina xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got: “Gef û êrişên ku îro li ser axa welatê me tê jiyîn bi giştî planên dewletên navneteweyî yên dagirker in.

Armanca wan ji van gef û êrişan ew e ku destkeftiyên bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin, têk bibin.

Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan heta dawî dê xwedî li destkeftiyên qehremanên xwe derkevin û biparêzin

Piştre nasnameyên şehîdan ji aliyê endama PYD`ê Mîdya Sehdo û Hena Xalid ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Şehîd Namirin,” “Na ji Dagirkeriyê re” û ” Bijî Serok APO” hat bi dawî bû.

Back to top button