KIWÊTÊ ŞANEYEKE IXWAN EL- MUSLIMÎN KU JI MISRÊ REVIYABÛ, GIRT

Hikumeta Kiwêtê şaneyeke terorîst a girêdayî Ixwan El-Muslimîn li ser xaka xwe digire.

Wezareta Hundir a Kiwêtê duh ragihand wan şaneyeke Ixwan El-Muslimîn ku ji Mirsê reviyabû, girt.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev şane fermanên girtinê der heqê wan de li Misrê derketibûn.
Ji lew re, ji wir reviya û li Kiwêtê xwe bi cih kir.
Bi rêya agahiyên istixbaratî, ajansên ewlekariyê karîbûn cihê şaneyê diyar bikin û wê bigirin.
Wezaretê got:
“Piştî lêpirsînê, endamekî şaneyê li tawanên ku li gelek deverên Misrê kiribûn, mukur hat.”
Wezareta Hundir a Kiwêtê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku ew ê lêpirsînê dewam bike heta bigihêjin piştgirê vê şaneyê.

Leave a Reply

Back to top button