NY: Rewşa li Lîbya em bi fikar dişopînin

Danûstandinên, siyasî yên li Lîbya her çiqasî despêkê hêvî dan avakirin jî lê ji rewş niha aloz e.
Hebûna du serokwezîr û hikumetan, metirsiya di her kêliyê de wê şer derbikeve bi xwe re tîne.
NY di demekê ku fikarên xwe li ser rewşê anîziman de got:
Pêwiste alî li gorî berjenwediyên welat tevbigerin.

Libya ji 2011’an ve li bernda aramiyê ye.

Lê ya xuya dike, hêrsa deshilatdariyê wê rewşê aloztir dike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya li New Yorkê de li ser mijarê nirxandin kir.

Stephane Dujarric li ser daxwaza Fethî Başagayê ku ji aliyê Meclîsa Nûneran a Lîbyayê ve wek Serokwezîr hat erkdarkirin, bo dewirgirtina erk ji Ebdulhamîd Dibeybe axivî.

Dujarric da zanîn ku ew gefên komkirina hêzê û bikaranîna hêzê ji bo pêşbaziya siyasî dişopînin û got,

“Pir girîng e ku aloziya li wir di vî warî de zêde nebe.

Divê aliyên peywendîdar jî di berjenwendiyên gelê Lîbyayê de bifikirin.”

Dujarric bal kişande ser wê yekê ku kes naxwaze li Lîbyayê vegere.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY teqez kir ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê di vê çarçoveyê de bi hemû aliyên welat re di nava têkiliyê de ye.

Ev demeke li Lîbyayê du hikûmetên cuda bi serokatiya Ebdulhamîd Dibeybe û Fethi Başağa hene.

Ev rewş fikarên ku welat ji nûve bikişîne nav xeleka tundiyê ava dike.

Fethî Başaga di 24ê Tebaxê de ji bo Dibeybeyê daxuyanî da û wiha got:

“Di çarçoveya rêzgirtina li prensîbên demokrasiyê û li gorî biryarên saziyên qanûndanînê yên ku dengê pêbaweriyê dane we, divê hûn bi dilxwazî ​​radestê desthilatdariya xwe ya dema xwe ya qediyaye bikin.”

Başaga bang li Dibeybe kir ku aştiya xwe wek welatiyekî pêbawer ku xwîna Lîbyayê diparêze nîşan bide û ev tişt anî ziman:

Bi van gavan wê welat li şûna şer ber bi dewlemendiyê ve biçe.

Dibeybe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva Başaga da û peyamên wî weke hewldana darbeyê pênase kir.

Back to top button