MSD LI PAYTEXTA NÊMSA VIYANAYÊ DEST BI KOMXEBATA DIYALOGAN KIR

MSD’ê lidarxistina komxebata diyalogan li welatên derve li gel aliyên opozîsyonê yên Sûriyê didomîne. MSD’ê duh û îro li paytexta Nêmsa Viyanayê, projeya Rêveberiya Xweser û rêbazên lidarxistina kongreya nîştimanê ya giştî ya opozîsyona demokratîk nîqaş kir.

Piştî paytexta Fransa Parîsê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li paytexta Nêmsa Viyanayê jî dest bi komxebata diyalogan kir.
MSD’ê duh, çawaniya xebata Rêveberiya Xweser, girîngiya vê ezmûnê di çareserkirina aloziya Sûriyê de,
Her weha lêkolîna li ser lidarxistina kongreya nîştimanî ya demokratîk a giştî ji bo opozîsyona Sûriyê ya demokratîk li hundir û derve nîqaş kir.
Hevserokê MSD’ê Riyad Dirar bal kişand ser wateya welatparêzî û siyasî ya projeya rêveberiya xweser, di demekê de ku êrîşên reşkirinê li dijî rêveberiya xweser tên kirin.
Derar bi bîr xist ku projeya rêveberiya xweser nûnertiya hemû pêkhatiyan dike.
Ji aliyê xwe ve hevserokê bûroya têkiliyên giştî ya MSD’ê Cîhad Omer sîstema rêveberiya xweser diyar kir ku hebûna MSD’ê derbirîna siyasî ya rêveberiya xweser e.
Îro ango di roja duyemîn de MSD’ê diyalog bi kesayet û blokên siyasî yên opozîsyona Sûrî li derve re dewam kir.
MSD’ê bal kişand ser modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi rêya Rêveberiya Xweser tê meşandin.
Her wiha dîsa îşaret bi wateya nîştimanî û siyasî ya projeya Rêveberiya Xweser kir .
Ev komxebat piştî komxebata yekemîn a ku di rojên 29-30’yê Hezîranê de li paytexta Fransayê Parîsê hatî lidarxistin, hat.
Hevserokê MSD’ê Riyad Dirar beriya niha girîgiya van komxebatan dest nîşan kiribû û gotibû:
“Pêwîst e kombûneke opozîsyona Sûrî ya hundir û derve di çarçoveya hevnasîn û hevkariya li ser mafên pêşerojê de û bi armanca gihandina fikr û ezmûna Rêveberiya Xweser û pêşdeçûnên siyasî û civakî di hemû aliyan de, çêbibe.

Leave a Reply

Back to top button