Hunermend Bilind Amêdî ji ber muzîka li ser Girtiyên Behdînan hate girtin

Nûnerê Girtiyên Behndînan Eyhan Seîd ragihand ku Hunermend Bilind Amêdî ji ber parçeyek muzîka 30 çirkeyî li ser girtiyên Behdînan gotiye hate girtin.

Nûnerê Girtiyên Behndînan Eyhan Seîd diyar kir ku piştî ku Hunermend Bilind Amêdî bi muzîkek 30 çirkeyî tevlî kampanya ji bo azadiya girtiyên Behdînan bû, di 1’ê Tebaxê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate girtin.

Bilind piştî hefteyekê bi mercê bêdeng bibe hate berdan, lê ji ber ku bêdeng nebû careke din hate girtin.

Nûnerê Girtiyên Behndînan Eyhan Seîd got:

“Humerned Bilind Amêdî ji ber ku li hemberî ew zilma lê hatiye kirin, bêdeng nebû, dubare dezgeha ewlehiyê ya PDK’ê di 9’ê Tebaxê de ew revandin û birin asayîşa giştî ya Hewlêrê.

Ew mûzisyen êşkence kirin û heta niha rê nadin ti kes bibîne û rê nadin parêzerê wî jî hebe.

Her wiha ev jî li dijî yasayê ye.”

Back to top button