HRE: LI HERÊMA BABÊ, 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagiker çalakiyek li herêma Babê pêk anî.

Di encamê de, 7 çete hatin kuştin.

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariyê de ev agahî hatin parvekirin:
12’ê Tîrmehê, hêzên me li gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê, çalakiyeke li dijî baregeh û stargehên komên çete yên artêşa Tirk a dagirker li dar xist.
Di encama çalakî û pêvçûnên dijwar ên navbera şervanên me û çeteyan rû da de, 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Her wiha şervanên me dest danîn ser dûrbînekî şevê ya artêşê, çekek AK-47 kalaşnikof û telefoneke çeteyan.
Çeteyên ku hatine kuştin endamên van koman in:
Koma çete ya Sultan Murad, Tevgera Ehrar El Şam û Cebha El Şamiyê.

Leave a Reply

Back to top button