Evîn Cuma: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Dewleta Tirk bi qutkirina ava Elok jiyana mîlyoneke şêniyên hesekê û gundewarê wî xistiye xeteriyê de.
Endama rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina ava Elok ve sûcê şer dike.

Evîn Cuma bal kişand ser binpêkirina zagonan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got:

“Li gorî zagona navneteweyî ya parastina sivîlan di şer de, qutkirina avê wek sûcekî şer tê hesibandin.

Dewleta Tirk avê wek çekekê li dijî gelan bi kar tîne.

Bi qutkirina avê nexweşî zêde dibin, bi taybet di kampên koçberan de.”

Evîn bal kişand ser bendava Firatê jî, kêmbûna saetên kehrebe û ev agahî da:

“Rêjeya kehrebeyê sînordar e..

Kehrebeya heyî jî beşeke mezin ji bo Stasyona Elok hatiye veqetandin.

Lê tevî wê jî para li ser lihevkirin hatiye çêkirin zêdetirî nîvî tê qutkirin.”

Evîn Cuma bang li Xaça Sor a Navneteweyî, NY kir ku li hember sûcên tirkî bi erka xwe rabin.

Back to top button