Hêzên Asayîşê: Xebatên lêgerîna roja 2’an bi encam bûn

Kampa Holê ku veguheriya navendeke xeter a tevgera çeteyên DAIŞ’ê, vê gavê di bin lêgerîna
Hêzên Asayîşê de ye.
Hêzên Asayîşê bi desteka QSD’ê xebatên roja 2’an a lêgerîna li nava kampê temam kirin.
Li gorî vê 27 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û 5 tûnelên wan ên veşartî jî hatin dîtin.

Hêzên Asayîşê , têkildarî rewşa dawî a operasyona li Kampa Holê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin xebatên lêgerînê yê roja 2’an bi encamê bûn û ev agahî hatin parvekirin:

Operasyona me a binavê Ewlehî û Mirovî li Kampa Holê dewam dike.

Li beşa Yekemîn a Kampê di encama lêgerîna hêzên me de 27 çeteyên terotrîst hatin girtin.

Ev kes endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ne.

Dema lêgerînê heta niha 5 tûnelên veşartî yên ji bo revê dihatin bikaranîn jî derketin holê.

Her wiha asayîşê ragihand ku hêzên wan 33 konên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihê perwerdeya tundrew û cihên ku welatiyên kampê lê dadgeh dikin û dikujin jî dîtine û rakirine.

Hêzên Asayîşê eşkere kirin ew ê heta peydakirina aramî û jiholêkaririna metirsiyên li ser jiyana mirovan, operasyon xwe dewam bikin.

Back to top button