Cemîl Bayik: Rûsya û Amerîka hevkarên êrişên li ser Rojavane

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar ku îro polîtîkayeke qirkirin û têkbirina pergala rêveberiya Xweser li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ketiye meryetê.
Cemîl Bayik li dijî polîtîkaya qirkirinê ev banga berxwedanê kir û got:”Lazime kes gund û bajarê xwe bernede, berdêl çi dibe bila bibe, li ber xwe bidin, ger kurdan cih û warê xwe berda wê siyasete dewleta tirk a qirkirinê pêk bê.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Sterk tv de mijarên di rojevê de nirxand.

Cemîl Bayik di beşeke nirxandinê xwe de balkişand êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û diyar kir ku ji van êrişan, Rûsya û Amerîka berpirsiyar e.

Cemîl Bayik: Ji bilî berxwedanê ti bijartekekî din a Rojava nîne

Bayik dazanîn ku li dijî êrişên qirkirinê yê dewleta tirk derveyê berxwedanê ti bijartek li pêşiya Rojava nîne.

Cemîl Bayik ji bo hewildanên lihevhatina Tirkîye û Hikûmeta Şamê jî diyar kir ku ev lihevkirina ku bi zexta Rûsya pêşdikeve wê wisa hêsan pêş nekeve.

Cemîl Bayik: Divê kes gund û bajarê xwe neterîkîne da ku siyaseta encam negre

Nayê qebulkirin ku kesên însaniyet ji DAIŞ’ê xilaskirin bibin armancê dagirkeriya Tirk.

Back to top button