Penabereke Jin: Bi dengekî nizm û bi tirs got; keça min qetil kirin

Jinên li kampa Holê sûcên şaneyên DAIŞ´ê ên li dijî kesên li wir dimînin, vegotin.
Jinekê destnîşan kir ku DAIŞ’ê li kampê keça wê kuştin e û têkildarî vê nikare tiştekî jî bike.
Her wiha jinan kêfxweşiya xwe ji ber destpêkirina operesyona ”Ewlehî û Mirovî” jî anîn ziman.

Çeteyên DAIŞ’ê rojen e li kampa Holê sûcên hovane, pêk tînin.

Ji destpêka vê salê ve 44 kes bi demançeyên bêdeng, alavên tûj û çekan hatine kuştin û darvekirin.

Gelek kesên li kampê dimînin jî newêrin behsa bûyerên kuştinê yên li wir bikin.

Lê piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn Operasyona ‘Ewlehî û Mirovî ‘destpêkirine, vê carê hin kes nema bê deng in û êşa di nava xwe tînin ziman.

Gelek jinên serçavên wan nixumandî behsa kirinên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê ji ajansa nûçeya ya Hawarê re kirin.

Koçbereke li kampê qala tundrewiya DAIŞ’ê kir û bi dengekî nizm û bi tirs vê dibêje:

“Keça min kuştin.”
Em van şaneyan dibînin, rûyên xwe venakin û serçavgirtî ne, zehmet e mirov wan nas bike.
Hindek jin jî bi xwe sûcên kuştinê pêk tînin.

‘Bi şevê derdikevin da ku sûcên kuştinê pêk bînin’

Penabereke din jî eşkere kir ku çi kesên têkiliyên wan bi rêveberiya kampê re heye, têne kuştin.

Çete herî zêde bi şevê derdikevin û dest bi kuştinê dikin.

Heman jinê got:

Kesên bi ya çeteyan neke, nameyekê tevî mohreke bixwîn ji wan re dişînin û tê de dibêjin

“Em ê di rojên pêş de hesab ji te bixwazin.”

Jina penaber diyar kir ku ew nikarin agahiya van bûyeran bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber ku ew ê di roja din de werin kuştin.

Di dawiyê de jina Penaber kêfxweşiya xwe ji ber destpêkirina operesyonê anî ziman û ev tişt got:

Ez bi hêvî me ku piştî vê opersyonê şane bi dawî bibin û ewlehî misoger bibe.

Operesyona Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ li kampa Holê di roja 3. de didome.

Back to top button