Rûsya: Destberdana Kîevê ji daxwaza endamtiya NATO têrê nake

Moskow careke din peyama wê yekê da ku wê şerê li Ukrayna zû bi dawî nebe. Serokê berê yê Rûsya Medvedev got, Destberdana Keîvê ya ji daxwaza endamtiya NATO bi têra pêkhatina aştiyeke li herêmê nake. Ji aliyê din ve Zelensky hişyariya xwe ya li ser karesatek nukleerî careke din dubare kir.

Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku destberdana Ukrayna ji daxwaza endamtiya NATO têra bidawîkirina şer nake.

Medvedev ji kanala Fransî LCI re got:

“Dûrketina ji tevlîbûna NATO niha pir girîng e, lê ji bo avakirina aştiyê têrê nake.”

Serokê berê destnîşan kir ku Moskow wê heta gihiştina armanca xwe operasyona xwe ya leşkerî bidomîne û ev tişt anî ziman.

“Ev operasyona taybet ji bo pêşîlêgirtina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû.”

Medvedev daxuyakirin ku niha niyeta Kremlînê ya bikaranîna çekên nukleerî nîne, NATO û dewletên rojavayî bi şerê wekaletê li dijî Federasyona Rûsyayê sûcdar kir.

Medvedev anî ziman ku Kremlîn di bin hin şert û mercan de amade ye ku bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky re rûnê.

Zelensky hişyariya ji bo felaketeke nukleerî dubare kir

Li aliyê din fikarên li ser santrala nukleerî ya Zaporozhye zêde dibin.

Serokê Ukraynayê Zelensky careke din ji bo karesatek nukleerî çênebe hişyarî da.

Zelensky di derbarê rewşa dawî ya santrala ku du reaktorên wê bi awayekî demkî ji kar hatine derxistin axivî û got:

“Ez dixwazim teqez bikim ku rewş hîn pir xeternak e.”

Tesîsa nukleerî ji ber şewata roja Pêncşemê li herêmê ji enerjiya niştimanî qut bû û ji bo cara yekê di dîroka santralê de ev rewş metirsiya karesata atomî zêde kir.

Hat diyarkirin ku aktîvkirina pergala ewlehiyê ya tesîsa nukleerê pêşî li felaketeke muhtemel girt.

Ukrayna ji rewşa heyî Rûsya sûcdar kir.

Îdiayên her du aliyan heta niha ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.

Santrala nukleerî ya Zaporijiya ku li nêzî bajarê Enerhodar ê li başûrê Ukraynayê ye, xwedî kapasîteya ku hewcedariya elektrîkê ya nêzî 4 mîlyon malbatî peyda dike ye.

Her çend di Adara borî de santral ji aliyê leşkerên Rûsya ve hate kontrolkirin jî lê hîna ji aliyê xebatkarên Ukraynî ve tê xebitandin.

Bi çêbûna qezayeke di santralê de, wê bandoreke neyînî li Almanya, Polonya û Slovakya bike.

Back to top button