85 Koçberên Kurdên Başûr yên li nava derya Egeyê asê mabûn hatin rizgakirin

Herî dawî ji bo 85 koçberên Kurd yên li nava Derya Egeyê asê mayîn agahiyên baş hat. Piştî bangên koçberan ya li ser tevna civakî, ew hatin rizgarkirin.

Duh keştiyek ku 85 koçberên Kurd tê de bûn, qasî 12 saetane di Deryaya Ege yê de asê mabûn.

Koçber li ser torên civakî banga alîkariyê ya lezgîn kiribûn.

Piraniya koçberan xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Hêzên Yewnan destûr nedan koçber derbasî sînorê wan bibe.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, koçberên Kurd ku asê mabûn, hemû hatine rizgarkirin.

Tê gotin duh êvarî koçber ji aliyê hêzên deryayî yên Yewnanistanê ve hatine rizgarkirin.

Hêjî nediyare bê ka wê koçber werin dersînorkirin ji bo Tirkiyeyê yan na.

Wezîreta Parastinê yên Yewnan jî ragihand ku di meha Tebaxê de bêtirî 25 hezar koçberan bi şêwazên neyasayî hewla derbasbûna sînorê welat bibin.

Wezaretê diyar kir ku ji ber Tirkiye dixwaze koçberên Sûrî bi zorê vegerîne welatê wan, ew ji di nava demên dawiyê de berê xwe didin sînorê Yewnanîstanê.

Back to top button