Li Pakistanê ji ber barana zêde jimara kesên mirî nêzî 1000’î bû

Baranên mûsonê Pakistan ji hev xistiye. Ji ber bandora baran û lehiyên rûdayîn, li welat rewşa awerte hat ragihandin. Tenê di nava 24 saetên derbasbûyî de 45 kes mirin û 115 jî birîndar bûn. Bi vê yekê re jimara kesên mirî gihişt nêzî hezarî.

Li Pakistana ku ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hat îlankirin, hejmara kesên di barana zêde de jiyana xwe ji dest dan gihişt nêzî hezarî.

Rayedaran diyar kirin ku 30 milyon kes ji ber karesatê mexdûr bûne û banga alîkariya navneteweyî kirin.

Baranên mûsonê yên ku ji nîvê Hezîranê destpê kiribûn, hîna jî li Pakistanê dewam dikin, veguherî felaketekê.

Wezîrê Guhertina Avhewayê Şerî Rahman got,

Başûrê welêt hema bêje bi tevahî di bin avê de maye û gel berê xwe dane cihên bilind, da ku xwe biparêzin.

Di nava 24 saetên derbasbûyî de, 45 kesên din ji ber baran û lehiyê jiyana xwe ji dest dan û 115 jî birîndar bûn.

Bi vê yekê re jimara kesên ji despêka meha Hezîranê û heta niha ji ber baranê jiyana xwe ji dest dane derket 982’an.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 343 zarok û 198 jin in.

Rayedaran diyar kirin ku lehî bandor li 30 mîlyon mirovî kiriye ku piraniya wan ji cih û warên xwe bûne.

Li tevahiya welêt 670 hezar û 328 xanî xera bûne û 145 pir jî hilweşiyane.

Ji ber lehiyê 3 hezar û 82 kîlometre rêyên bejahî jî zirar dît.

Li Pakistana ku bi krîzên aborî û siyasî re têdikoşe, rayedaran ji bo pêdiviyên lezgîn banga alîkariya navneteweyî kirin.

Baranên mûsonê yên bi bandor li Asyaya Başûr di mehên Hezîran-Îlonê de her sal dibin sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.

Back to top button