LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI BAB’Ê DÎSA XWEPÊŞANDANÊN

Piştî du hefteyan, dîsan şêniyên bajarê Babê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û kirinên wan ên dermirovî daketin qadan.

Şêniyên bajarê Babê û yên taxa Cebel el-Şêx Eqîl xwepêşandanên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam kirin.
Di xwepêşandina 21’ê Hezîranê de şer navbera xwepêşander û çeteyên dewleta dagirker rû dabû.
Ji lew re, şênî neçar mabûn van xwepêşandanan rawestînin, ji ber gelek kes birîndar bûbûn.
Xwepêşanderan berê xwe dan jora Çiyayê Şêx Eqîl û bi dehan pankartên dijî dagirkeriyê mîna “serokê dewleta Tirk a dagirker wê roja qiyametê were cezakirin”, bilind kirin.
Xwepêşanderan teqez kir ew ê her li ser pêyan bin, heta xaka xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.

Leave a Reply

Back to top button