Foruma nîştimanî ya demokratîk a Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû

Foruma diyalogê ya PYD û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê duh li Helebê pêk hat. Endama Meclisa PYD’ê Emîne Bêrem û Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêmen der barê naveroka civînê de axivîn û gotin: “Divê em bi hev re axa Sûriyê biparêzin”.

Foruma diyalogê ya PYD û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê ku li Taxa Şêxmeqûd a Helebê lidarxistin, bi encamnameyekî bidawî bû.

Forum bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re û banga rizgarkirina hemû axa Sûriyê ya dagirkirî” pêk hat.

Nêzî 102 nivîskar, hiqûqnas, rojnamevan, siyasetmedar û kesayetên serbixwe yên bajarên cuda yên Sûriyê tevlî forûmê bûn.

Her wiha di Forûmê de komîteyeke şopandina xebatên Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ku 15 kesan pêktê hate avakirin.

Emîne Bêrem: Em ê bi hev re xaka Sûriyê biparêzin

Endama Meclisa PYD’ê Emîne Bêrem û Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman der barê nîqaşên ku di forûmê de meşiyan axivîn.

Emîne Bêrem anî ziman ku ev komxebat ji bo dagirkeriya li ser Sûriyê ya dewleta Tirk were nîqaşkirin hat lidarxistin.

Hêvîn Silêman: Dê tu carî nikaribin îradeya gelê me bişkînin

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî destnîşan kir ku dê tu carî dewleta Tirk nikaribe îradeya gelê me bişkîne.

Back to top button