Li Pakistanê jimara kesên ji ber lehiyê mirî derket 1033’an

Baranên mûsonê Pakistan ji hev xistiye. Li welat ji ber baranên zêde yên bûn sedema lehiyê, jimara kesên mirîne gihişt 1033’an.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Felaketê ya Neteweyî (NDMA) di 24 saetên dawîn da 119 kesên din ji ber lehiyê mirin.

Bi vê yekê re, jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 1033’an.

Li hin deverên welat baran dewam dikin.

Bi tevahî lehî bandorê zêdeyî 33 mîlyon Pakistanî (ji her heft kesan yek) kiriye.

Li gorî daxuyaniyên hikumetê nêzî 1 milyon xanî yan hilweşiyan yan jî zirareke mezin dîtine.

Baranên mûsonê bi giştî ji meha Hezîranê heta Îlonê dewam dike, ji bo avdana zeviyan û nûkirina çavkaniyên avê xwedî girîngiyek mezin e.

Ji ber ku binesaziya xaniyên li deverên gundewarî ne sexleme, her sal bi xwe re karesatên giran jî tîne.

Li Pakistanê lehiyên herî giran di sala 2010’an de pêk hat, ji pêncan yekê welat di bin avê de mabû.

Wê demê 1800 kes miribûn.

Pakistan di nav wan welatên ku li hemberî guherîna avhewayê bê parstine de cih digre.

Back to top button