ARTÊŞA NETEWÎ YA LÎBÎ: HÊZA ME HEYE KU DEWLETA TIRK Û MÎLÎSÊN WÊ LI LÎBYAYÊ TÊK BIBIN

Artêşa Netewî ya Lîbî ku Xelîfe Hefter fermandarê wê ye, diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe piştgiriya milîsên hikûmeta Wîfaqê dike. Artêşa Netewî teqez kir ku hêza wê heye ku li dijî hebûna dewleta Trik li Lîbyayê derkeve.

Berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Netewî ya Lîbî, Lîwa Ehmed El-Mismarî ji malpereke bi navê ” Irm News” re axivî.
El-Mismarî got ku milîsên hikûmeta Wîfaqê ti serkeftin li bajarê Xiryan bi dest nexistine û wê dîsa Artêşa Netewî bajêr rizgar bike.
Têkildarî destwerdana dewleta Tirk nava aloziya Lîbyayê jî, El-Mismarî wiha got:
Dewleta Tirk êdî eşkere piştgiriya milîsên li Terablusê dike.
Em weke Artêşa Netewî ya Lîbî hêza me heye ku dewleta Tirk û milîsên wê li Lîbyayê têk bibin.
Berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Netewî ya Lîbî, Lîwa Ehmed El-Mismarî teqez kir ku piştî bidestxistina Terabulsê, wê diyalog bi hemû aliyên siyasî yên Lîbî re pêk werin.

 

Leave a Reply

Back to top button