DEWLETA TIRK JI EMERÎKAYÊ DIXWAZE KU HERÊMA BIEWLE GOTÛBÊJ BIKIN

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand ku divê Emerîka tîmekî leşkerî bişîne Enqereyê, ji bo guftûgokirina herêma qaşo biewle li Sûriyê.

Ajansa Reutersê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Xilûsî Akar ji wekîlê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê xwestiye ku ji bo guftûgokirina mijara herêma qaşo biewle li Sûriyê divê Emerîka tîmekî leşkerî bişîne Enqereyê.
Ajansê diyar kir ku Akar bi riya pêwendiyeke telefonê ji Emerîka re daye xuyakirin ku wergiritna Tirkiyê ji pergala S400 re divê bandorê li stratejîya Tirkiye û Emerîka neke.
Duh Wezareta Karê Derve ya dewleta Tirk ragihand ku wan alavên qefla yekemîn a fûzeyên S-400 ên Rûsî wergirt.
Çavkaniyên şopdarên diyalogên DYA û Tirkiyê ji malpera Monitor a DYA’yê beriya çend rojan ragihand ku “herêma ewle miriye.”

Leave a Reply

Back to top button