NY banga agirbesta li Lîbya kir

Piştî bêdengiyeke dirêj, li Lîbya careke din metirsiya derketina şerekî serwer e.
Di şerê li paytext Trablûsê de, 32 kes hatin kuştin û nêzî 160 jî birîndar bûn.
NY ji ber metirsiya derketî banga agirbestê li aliyan kir.

Di asoyên Lîbyayê de, careke din alozî xuya dike.

Li welat aliyên şer careke din hatine pêşberî hev.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hat destnîşankirin ku pevçûn li taxên ku gelê sivîl lê zêde lê dijîn rû didin û divê bi lezgîn agirbest bê ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lîbyayê diyar kir ku di şer de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Komedyenê ciwan Mistafa Baraka jî di nava kesên hatî kuştin de ye.

Hat ragihandin ku hêzên Ebdulhamîd Dîbeybe ya li Trablûsê û Fethî Başagayê ku ji aliyê Meclîsa Tobrûkê ve weke serokwezîr hat tayînkirin, li dijî hev hêzê kom dikin.

27’ê Tebaxê di navbera “Yekîtiya Piştgiriya Îstîqrarê” ya Konseya Serokatiyê û leşkerên Serfermandariya Giştî ya Lîbyayê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Fethî Başaga re tê naskirin de şer derket.

Li gorî îdiayên di çapemeniya Tirkiyê de hatine belavkirin, piştî şer Serdozgeriya Leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Lîbyayê derbarê Fethî Başaga da biryara girtinê da.

Başaga ji bûyerên Trablusê Ebdulhamîd Dibeybe û rayedarên hikûmetê berpirsyar nîşan da.

Li Lîbya şerê navxweyî yê ku nizane bi dawî bibe

Li Lîbya ya ku bi piştevaniya NATO hêzên lîderê welat Muamer Qezafî hatin jinavbirin û heta niha, li welat rewşek aloz heye.

Di sala 2014 de, welat di navbera aliyên şerker ên li rojhilat û rojava de hate dabeş kirin.

Di navbera aliyên şerê navxweyî de, di bin serokatiya Neteweyên Yekbûyî de di 23ê Cotmeha sala borî de agirbesteke mayînde hatibû îmzekirin.

Nûnerên siyasî yên ku di meha Mijdarê de li hev civiyan, li ser dîroka nû ya hilbijartinê li hev kirin.

Lê bi taloqkirina hilbijartinan re dîsa di navbera aliyên siyasî û leşkerî yên welêt de alozî derket.

Welat hîn jî di navbera parlementoya Tobruk û hukûmeta li paytext Trablusê de ji hev cûda tên rêvebirin.

Back to top button