Fransa: Komisyona Ewropa Ixwana fînanse dike

Li nava Ewropa her çiqasî bertek bo Îxwaniyan heye, lê rapor û daxuyaniyên derdikevin balkêşin.Wezîra Fransa ya ji Ewropayê berpirsyar Boone diyar kir ku Komisyona Ewropa komeleyeke nêzî îxwana fînanse dike.Boone ji ber vê yekê bertek nîşan da.

Wezîra Fransayê yê ji Ewropayê berpirsyar e Laûrence Boone ji 2 kanalên televîzyonê yên Fransayê re axivî.

Laûrence Boone got,

“Her tişt zelal e.

Ev komele ne li gorî nirxên me yên sekuleriyê ye.

Piştgiriyê nade armancên me yên berfirehbûn û azadbûnê.

Ew li dijî vî tiştî ye.”

Di Mijdara 2021’an de delegeya wezîrtiya ji hemwelatiyê berpirsyar a Fransayê Marlene Schîappa diyar kiribû ew ji ber têkiliya di navbera Komîsera Wekheviyê ya Komîsyona Ewropayê Helena Dallî û Konfederasyona Foruma Saziyên Ciwan û Xwendekarên Misilman ên Ewropayê (Femyso) gelekî şaş maye.

Dîsa hate rojevê, di meha Tebaxê de dema ku Komîsyona Ewropayê xwestiye ciwanên parzemînekê pîroz bike vîdeoyek weşandiye û di vê vîdeoyê de Femyso jî heye.

Laûrence Boone bi bîr xist Wezîra Ewropayê ya beriya wê Clement Beaûne tevî Schîappa ev rewş ji Komîsyona Ewropayê re nivîsandiye û got;

“Wisa xuya dike ku vî tiştî têr nekir.

Tevî Wezîrê Karê Hundirîn Gerald Darmanîn em dîsa dinivîsin.”

Boone got;

“Ji bo ku zextan li komîsyonê bike, min têkilî bi hemû hempîşeyên xwe yên li Ewropayê daniye.”

Femyso ya ku di sala 1999’an de hatiye avakirin ji aliyê gelek lêkolîneran ve wekî şaxeke îxwana tê dîtin.

Îxwana ya ku li Misirê ava bûbû, li wir jî qedexe ye.

Li gorî kovara Marîanneryê ne cara pêşîn e ku Femyso bi saziyên Ewropayê re dixebite.

Tê diyarkirin ji sala 2014’an ve vê komeleyê ji Komîsyona Ewropayê û Konseya Ewropayê bi deh hezaran eûro alîkarî girtiye.

Back to top button