Sadr dest ji projeya siyasî berda

Aloziya li Iraqê derbasî, qonaxeke nû dibe. Piştî xwepêşandanên bêtirî mehekê li welat pêk tên, ji Tevgera Sadr pêngavek nû derket. Lîderê tevgerê Muqteda Sadr ragihand ku ji îro û pêve ew dest ji proseya sîsyasî berdide û hemû saziyên tevgerê tê girtin. Piştî vê yekê alîgirên Sadr ketin avahiya serokomariyê ya li paytext Bexda. Alozî dewam dike.

Li Iraqê di nava rewşa aloz de welat derbasî qonaxeke nû dibe.

Piştî xwepêşandanên bêtirî mehekê li welat ji Tevgera Sadr helwestek nû derket.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, li ser malpera xwe ya twîterê peyamek belavkir.

Sedir di peyama xwe de bi fermî ragihand ku ew êdî dev ji proseya siyasî berdide.

Sedir di dewama peyama xwe de got;

“Ez bi temamî dev ji proseya siyasî ya Iraqê berdidim û hemû saziyên Tevgera Sedir jî têne girtin.”

Sedir dibêje; “Tevî ez dev ji proseya siyasî jî berdidim, lê li Necefê hertim bimînim.”

Li Bexda alîbirên Sadr ketin avahiya serokaomariyê

Hemwextê biryara Sadr, alîgirên wî ketin Koşka Serokomariya Iraqê.

Li wir di navbera aligirên Sadr û polîsan de pevçûn derketin.

Piştî vê yekê çav vegeriayn li ser partî û rêxistinên din yên li Iraqê.

Ji ber ya diyar ew ku helwesta van aliyan wê bandoreke zêde li paşeroja li welat bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dawiya meha Tîrmehê ve, alîgirên Tevgera Sadr ketibûn parlamentoya Iraq ya li paytext Bexdayê.

Di demekê ku xwepêşandan bi hefteyan dewam dikir de, ji tevgera Sadr gelek caran peyamên pêkhatina hilbijartineke pêşwext hate kirin.

Lê di demekî ku aliyên siyasî bi awayekî erênî li rewşê ne nêrîn de, alîgirên Sadr çalakiyên xwe yên li paytext û bajarên din berfireh kirin.

Her çiwasî aliyên din yên siyasî daxwaza kombûneke nîştîmanî kirin lê Sadr li dijî vê helwest nîşan da û red kir.

Ji niha û pêde rewş wê ber bi kude here nediyar e.

Back to top button