Avînar Dêrik: Ji ber zêdebûna bûyerên kuştinê me ev operasyon da destpêkirin

Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Avînar Dêrik derbarê Operasyona ‘ Mirovî û Ewlehiyê’ de got, armanca wan ya sereke bidawîkirina xeteriya DAIŞ’ê û belavkirina ewlehiyê di kampê de ye.
Şervana Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Rojbîn Qehreman jî ya ku beşdarî operasyonê bûye got ku DAIŞ zexta herî mezin li ser jinê kir, lewra divê jin ji fikrê DAIŞ’ê rizgar bibin.

Operasyona ‘ Mirovî û Ewlehiyê’ ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD’ê li Kampa Holê dabû destpêkirin di roja 5’an de li beşa 3’an a kampê de dewam dike.

Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Avînar Dêrik derbarê Operasyon ê de ji televezyona me re axivî.

Avînar Dêrikê da diyarkirin ji ber zêdebûna bûyerên kuştinê li Kampê wan ev operasyon dane destpêkirin.

Avînar Dêrik: Me gelek belgeyên ku hevkariya DAIŞ’ê û Tirkiyê dide nîşandan bi dest xistine

Evînar da zanîn ku di dema lêgerîna li kampê de gelek belgeyên ku hevkariya DAIŞ’ê û Tirkiyê dide nîşandan bi dest xistine.

Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Avînar Dêrik di dawiyê de got ew weke hêzên parastinê wê xeteriya DAIŞ’ê ne tenê li herêmê, li tevahiya cîhanê ji holê rakin.

Şervana YAT’ê Rojbîn Qehreman: Armnaca me belavkirina ewlehî li kampê ye

Şervana Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Rojbîn Qehreman jî ku beşdarî operasyonê bûye derbarê armanca operasyonê de axivî.

Rojbîn Qehreman da zanîn ku piştî bûyerên kuştinê li kampê zêde bûne wan qonaxa duyemîn ya vê operasyonê dan dastpêkirin û wiha beha roja pêncemîn a operasyonê kir:

“Di encama lêgerînê de gelek tûnel hatin dîtin,

Gelek konên bi armanca perwerdekirinê û dadgehkirina kesên li gorî wan nedimeşiyan hatin dîtin û rakirin.

Di heman wextê de jî gelek çeteyên ku ev hovîtî didan meşandin hatin girtin.

Gelek alavên teknîkî wekî telefon, tablet û bîlgîser hatin desteserkirin.

Her wiha pereyên Çînê jî di vê rojê de hatin girtin.

Ev j gelek welatên derve jî alîkariyê didin van çeteyan.

Divê ji derve destekdayîna van çeteyan were sekinandin.”

Şervana YAT’ê Rojbîn Qehreman: Divê jin ji fikrê DAIŞ’ê rizgar bibin

Rojbîn Qehreman behsa jinên ku bi fikirê DAIŞ’ê bawer dikin û zarokên xwe li ser wê fikirê perwerde dikin kir û wiha got:

“Em dixwazin ku ew jin vegerin rastiya xwe û rê li ber belavbûna vê fikrî bigrin.

Em dixwazin ku êdî jinên vê kampê li dijî hişmendiya DAIŞ’ê têkoşin bikin û xwe xilas bikin.”

Back to top button