Scholz: Em di 30-36 endamên YE de bi israrin

Rêveberiya Almanaya dixwaze welatên YE zêde bibin.
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz diyar kir ku ew di beşdarbûna Ukrayna, Moldova û Gurcistanê ya ji bo YE de bi israrin.

Scholz di axaftina xwe ya li ser siberoja Ewropayê ya li Pragê de diyar kir ku ew YE’ya bi “30 an 36 endaman” difikire û got,

“Ji bo me hemûyan avantaj e ku YE ber bi rojhilat ve berfireh dibe.

Navenda Ewropa ber bi rojhilat ve diçe.”

Scholz diyar kir ku ji bo paşerojê pêwistî bi guhertinê heye û ev tişt anî ziman:

“Di vê Yekîtiya mezin de wê cudahiyên di navbera welatên endam de di warê berjewendiyên siyasî, hêza aborî an jî pergalên civakî de zêde bibin.

Ukrayna, ne Luksemburg e.

Nêrîna Portugalê ya di temaşekirina pirsgirêkên li cîhanê de ne wek yên Makedonya Bakur e.”

Serokwezîrê Alman îşaret bi wê yekê kir ku divê sîstema dengdanê li YEyê di vê xalê de biguhere.

Back to top button