Li kampa Holê operasyonê di roja 5’an de dewam kir û gelek belge hatin dîtin

Îro operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ya li Kampa Holê hatiye destpêkirin di roja 5’an de ye. Pêngavê îro li beşa Duyem a taybet bi penaberên îraqî dewam kir û gelek belge ku hatibûn binaxkirin hatin dîtin.

​​​​​Hêzên Asayişê, bi piştgiriya QSD,’ê di 25`ê Tebaxê de dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li Kampa Holê kirin û îro di roja 5’an de didome.

Operasyonê îro li beşê duyemîn a taybet bi penaberên îraqî dest pê kir.

Di lêgerînê de, gelek belgeyên DAIŞ’ê ku di bin konan de hatibûn binaxkirin, hatin dîtin.

Gelek telefon, xetên telefonê yên Iraqî û kompîtur ku bi heman awayî hatibûn veşartin, hatin dîtin.

Çend kesên bi guman jî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin binçavkirin da ku lêpirsîn û lêkolîn li ser wan bê kirin..

Her wiha agahiyên li ser penaberên li vê beşê jî hatin nûkirin û derbasî qeydan hatin kirin..

3 Kesên dema lêgerînê de xwestin ji kampê birevin hatin girtin

Di dema dewamkirina lêgerînan de, 3 kesên ku hewl dan ji beşa sêyemîn a kampê birevin jî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatine girtin.

Ji 3 kesên girtî, yek Jin e..

Derheqê van kesan de, lêpirsîn hat destpêkirin..

Hêzên asayîşê 5 çeteyên DAIŞ’ê û 7 kesên guman li ser wan hene girtin

Derbarê encamên operasyonê de, hêzên Asayîşê duh daxuyaniyek da û ev agahî li ser roja 4. parve kir:

”Hêzên me di roja 4’an de 5 DAIŞ’î û 7 kesên ku guman li ser wan hene girtin.

Her wiha 37 konên ku çeteyan weke cihê perwerdê bi kar tanîn hatin rûxandin.

Di heman demê de ew kon dadgehên çeteyan bûn ku êşkence û kuştin lê dihat kirin.”

Back to top button