“Çi operasyon li herêmê pêk were DAIŞ sûdê jê werdigire”

Tebaxê şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya hevserokê desteya derve Ebdil Kerîm Omer li gel parlementerê Belçîkî Corc Dalamer re hevdîtinek pêk anî.

Îro 29’ê Tebaxê şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Yekitiya Benelux Îsa Hena bi parlemanterê Belçîkî Georg Dalamin li navenda parlemantoya belçîkî re civiyan.

Di civînê de her du aliyan behsa plana Tirkiyê ya dagirkirina herêmê bi armanca têkbirina aramiya herêmê hat kirin û herdu aliyan teqez kir ku ev plan dikeve bin berjewendiyên DAIŞ’ê.

Her wiha Ebdil Kerîm Umer parlemanterê belçîkî, bi sûc û guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî pêk tên, agahdar kir.

Parlemanterê belçîkî jî George Dalamin rola QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê û fedakariya Kurdan û pêkhateyên Bakur û Rojholatê Sûriyê di şerê DAIŞ’ê de silav kir .

George Dalamin diyar kir ku ew bi pêkanîna aramiya herêmê ne û çi operasyonên li dijî herêmê werin pêkanîn wê red dikin ji ber ku ji bilî DAIŞ’ê kes jê sûdê nagire.

Back to top button