Li navçeya Bazyanê ya Silêmaniyê 4 DAIŞ’î hatin girtin

Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam dike ..
Asayişa Silêmaniyê li Bazyanê komek çeteyên DAIŞ’ê ku ji çar kesan pêk dihat girtin.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekî nivîskî ev agahî parve kirin:

Piştî dîtina çend dirûşmên DAIŞ’ê li Bazyanê me odeyeke operasyonê avakir..

Di encama lêkolînê de 4 kes hatine binçavkirin ku ev kes di nava hewldana hinek ‘Kiryarên terorîstî’ de bûn.

Asayîşa Silêmaniyê dan zanîn 4 kesên bi tohmeta DAIŞ’ê hatine girtin, Kurdin û diyar kir ku ev komet çete encama lêpirsînê de li xwe mikûr hatine ku di nava hewldanên ‘terorîstî’ de bûne.

Back to top button