“Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” Hêzên Asayîşê 23 kesên bi guman girtin

Îro operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja 6’an de ye.
Hêzên Asayîşê raghand vê sibehê gelek amûrên weke telefon û qilifên wê hatin dîtin.
Duh jî 23 kesên ku guman li ser hebûn hatin girtin..

Ev 6 rojin Hêzên Asayîşê xebatên xwe didomînin ..

Operasyon bi baldariyeke mezin li beşa sêyemîn berdewam dike.

Di roja 6`emîn de lêgerîn li beşa sêyemîn a penaberên Irqê didome.

Di operasyonên lêgerînê de vê sibehê gelek amûrên weke telefon , guleyên çeka M-16, kêr, satûr û birek hatin dîtin .

Her wiha xwediyê kon ê bi guman hate girtin.

Li ser xebatên doh yên operasyonê Asayîşê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

”Hêzên me di roja 5’an de 23 kesên ku guman li ser wan hene girtin.

Her wiha 23 konên ku çeteyan weke cihê perwerdê bi kar tanîn hatin rûxandin.

Gelek kort jî hatin dîtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin ruxandin.

Laptopek ,8 telefon û aybadek jî hatin desteserkirin.

Back to top button