KCK’ê: Armancgirtina Sûheyl Xûrşîd parçeyek ji qirkirina Kurdan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman armancgirtina endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz parçeyek ji qirkirina Kurdan e. KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêz in û sîxuran cezabikin.

28’ê Tebaxa 2022’an de endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz di êrişeke Tirkiyê de şehîd bû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê drebarê mijarê de daxuyaniyek da, êriş şermezar kir û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bitepisîne, ji bo wê jî êrişên xwe zêde kirine.

Ev êrîş ji Başûr heta bi Rojava, Şengal, Mexmûr û Bakur li her derê têne kirin.

Tirkiyê ku li her devera Kurd lê ne van êrîşan dike, karakterê xwe yê qirker radixe pêş çavan. Ew dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake.”

KCK’ê êrişa li dijî Sûheyl Xûrşîd Ezîz bi perçeyek ji komkujî û qirkirina Kurdan bi nav kir û got:

”Hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz mirovekî mezin ê welatparêz û têkoşer ê gelê Başûr bû.

Jiyana xwe di ber azadiya Kurdistanê re da û bû nûnerê xeta welatparêziyê.

Êrişa li dijî wî parçeyek ji komkujî û qirkirina li ser Kurdan e.”

KCK’ê behsa êrişa doh a li dijî gundê Behrava yê Xanesor a Şengalê û Kampa Penaberan a Mexmûrê jî kir û wiha dewam kir.

”Hikumetên Iraq û Başûr girîng e li hemberî van êrîşan helwest nîşan bide. Mirovên hatin qetilkirin welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne.

Dewleta Tirk gelek caran êrîş kir û komkujî kir.

Lê belê heta niha ne hikumeta Başûrê Kurdistanê ne jî hikumeta Iraqê nerazîbûneke cidî nîşan nedan e.

Dewleta Tirk ji ber bêdengiya wan van êrişên bi vê rengî didomîne.”

KCK’ê: Divê gelê me xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêz e

Di dawî daxuyaniyê de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji gel xwest ku xwe ji êrişên dewleta Tirk bipqrêz in û ev nirxandin kir:

Dewleta Tirk bi qetilkirina welatparêzan dixwaze îradeya gel bişikîne û ji têkoşînê qut bike.

Divê gelê me zanibe ku dijmin di nava hewldan û armanceke bi vî rengî de ye, bi vê têgihiştinê tevbigere û ji bo pûçkirina van êriş û armancên dijmin li her derê xwe biparêze.

Ne tenê xwe biparêze, li her devera ku dijmin û ajan, nokerên wan tespît kir, divê ceza bike. Ev yek hem wezîfeyeke hem jî mecbûriyeteke.

Girîng e gelê me parastina xwe bi destê kesî ve nehêle, parastina xwe bi xwe bike.

Back to top button