ARTÊŞA DAGIRKER GUNDÊN BIRADOSTÊ BOMBEBARAN KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi helîkopterên xwe ên şer gundên Xelîfan û Sîran ên herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kirin.

Helîkopterên şer ên artêşa Tirk di saetên şevê de gundên Xelîfan û Sîran ên herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê bi destketine, ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ketiye.

Şêniyên gundê Sîran ji ber bombebaranên artêşa Tirk gundê xwe berdabûn.

Şêniyên Xelîfan jî ji ber bombebarana berdewam a artêşa Tirk diyar kirin ku ew êdî nikarin bi rehetî di gundê xwe de bimînin.

Leave a Reply

Back to top button