Li Pakistan ji ber lehiyê 1136 kes mirin, 10 mîlyar dolar ziyan li welat bo

Li Pakistanê, bîlançoya ziyanên ji ber felaketa lehiyê çêbûyî giran dibe.
Jimara qurbaniyan gihişt 1136’an û ji ber wêraniya li herêmê heta niha bêtirî 10 mîlyar dolar ziyan pêk hatiye.
Wezîrê Guehrîna Avhwa yê welat ragihand ku ji sêyan yekê welat di bin avê de maye.

Bi mehane rewşa li Pakistanê her wiha ye.

Barana zêde ya bûyî sedema lehiyê, li pey xwe wêraniyek zêde hiştiye.

Baranên mûsonê yên ku ji 14’ê Hezîranê ve despê kirî, heta niha bûye sedema ku 1136 kes bimirin.

Her wiha bêtirî 34 mîlyon jî jê bandor bibin.

Ev yek jî tê wateya ji sedî 15 nifûsa şêniyên welat.

Ji ber binesaziya û avahiyên li welat baş ne hatine çêkirin, nêzî 1 mîlyon avahiyan ziyan dîtiye.

Rêyên li beşeke sereke ya welat jî di bin avê de mane.

Wezîrê Plansaziyê yê Pakistanê Ahsan Îqbal ji ajansa Reutersê re got:

“Ziyan gelek e.

Heta niha, encamên destpêkê diyar dikin ku zirar zêdetirî 10 milyar dolar e.”

Îqbal hişyarî da ku dibe ku di hefteyên pêş de kêmasiyên cidî yên xwarinê jî li Pakistanê çêbibin.

Hat diyarkirin ku Pakîstan ji bo têkoşîna li hember kêmbûna xwarinê dikare ji Hindistanê sebzeyan bikire.

Wezîra Guhertina Avhewayê ya Pakîstanê Sherry Rahman duh der barê lehiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji sê parên welat yek di bin avê de maye.

Pakistan yek ji wan welatan e ku li hemberî guhertina avhewayê di asteke metirsîdar de ye, bêparsatin e.

Rêxistina civakî ya sivîl Germantawtchê ragihand ku Pakistan ji aliyê gefa bûyerên meteorolojîk ve di rêza 8’emîn de cih digire.

Her sal baranên mûsonê yên navbera Hezîran-Îlonê de pêk tên, bandoreke mezin li ser welat dike.

Back to top button