Kîev: Li Xersonê xeta yekem a hêzên Rûsya hat derbaskirin

Artêşa Ukrayna li dijî herêmên Rûsya ew kontrol kirine dest bi oparsyonê kir.
Di serê van herêman de Xerson tê.
Artêşa Ukrayna ragihand ku wan xebata parastina despêkê ya Rûsya ku li herêmê ava kiribû derbas kirin.
Serokê Ukraynayê Zelensky jî got:
“Eger leşkerên Rûsya dixwazin sax bimînin, dema revê ye.”

Li rojhilatê Ukrayna, dengê şerek dijwar tê.

Hêzên Ukrayna li dijî artêşa Rûsya, dest bi êrişên dijwar kiriye.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky anî ziman ku Ukrayna vegeriyaye û tiştên ku aîdê wî ye bigire.

Zelensky diyar kir ku ew ê herêmên Xarkiv, Luhansk, Donetsk û herêmên din ên Rûsya ew kontrol kirine careke din vegerînin.

Wezareta Parastina Brîtanyayê ragihand ku piştî îdiayên Ukraynayê, Rûsya hewl dide hêzên xwe li derdora Xersonê xurtir bike.

Wezaretê ev guhertin weke “ji nûve avakirineke girîng a hêzên Rûsyayê” bi nav kir û daxuyakirin eger êrîşên Ukraynayê bi ser bikevin, ev yek wê di hêza parastina li başûr de diyarker be.

Bi hefteyane, hêzên Ukrayna ji bo qutkirina rêyên alîkariya ji leşkerên Rûsya re têne şandin êrişên xwe didomîne.

Rûsya jî dibêje li tevahî qadên şer hêzên Ukrayna windahiyên mezin didin.

Îdîayên Ukrayna û Rûsyayê bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin.

Di êrişa Rûsya 24’ê Sîbatê li dijî Ukrayna pêk anî de, beşeke mezin ji herêma Xersonê kontrol kiribû.

Doh jî hêzên Rûsya yên li başûrê Kaxovka ji ber alîkariya pêwist ji wan re nedihat, paşde vekişiyabûn û hêzên hewayî yên bi pereşutan li herêma Xersonê daketin jî paşde reviyan.

Xerson tekane herêma ku weke paytext tê dîtin ku ji aliyê Rûsya ve bi giştî hatiye kontrolkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Tass a Rûsya, li bajarê Xerson amadekariyên referandumekê tê kirin.

Li santrala nukleerî ya Zaporijiya êriş pêk hat

Meha borî, Rûsyayê got; giraniya wê ya leşkerî êdî ne tenê li rojhilatê Ukrayna ye, lê her weha li herêmên başûrê Xerson û Zaporijiya jî serwere.

Berpirsên Rûsya li Zaporijya doh îdia kirin ku mûşekek ji Ukraynayê hatî avêtin banê tankeke sotemeniyê ya santrala nukleerî ya qut kir.

Ev îdîa ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nehat piştrast kirin.

Rûsyayê di destpêka meha Adarê de santrala nukleerî ya navborî ku santrala herî mezin ya Ewropa ye, kontrol kir.

Lê hîna jî ji bo xebitandina wê, xebatkarên Ukranî li santralê ne.

Di hefteyên borî de, Ukrayna û Rûsyayê hevdu bi bombebarankirina santrala nukleerî tawanbar kirin.

Tê çaverêkirin ku tîmek ji Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ya Neteweyên Yekbûyî vê hefteyê ji bo kontrolê bigihêje Santralê.

Back to top button