Piştî serdana Miqdad, Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî diçe Moskow

Di nava rojên dawiyê de li Moskow tîrafîkek zêde ya dîplomasiyê heye.
Piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê, niha jî Wezîrê Îranê li ser rêya Moskowê ye.
Di rojeva sereke de rewşa li Sûrî heye.

Ajansa nûçeyan a Interfax li ser zimanê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand:

“Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan wê 31’ê Tebaxê ji bo serdanekê biçe Moskovê û di serdanê de bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive.”

Li gorî ajansê, tê çaverêkirin ku di civîna wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê de, li ser çend mijarên navneteweyî nêrînên xwe bi hev re parve bikin.

Di nav wan mijaran de jî, bernameya nukleerî ya Îran, rewşa Ukrayna û Sûriyê û mijarên Efxanistan, Qafkasya û Deryaya Xezarê wê werin nîqaşkirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, mijarên bazirganî û aborî wê bi giranî di çarçoveya cîbicîkirina projeyên hevbeş ên mezin di warê enerjî û veguhastinê de bên gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, serdana sibê (çarşem) a wezîrê karê derve yê Îranê bo Moskowê piştî bidawîhatina serdana Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad ya roja 22’yê Tebaxê bo Moskowê pêk tê.

Back to top button